Kesi, jımın fehm nekır
min jî,ji xwe fehm nekir
ez runiştvanê welatê wunda
xwedîyê jiyana berhewa
kes min nasnake
ez xwe nasnakim
peyvên bê wate
dengê zîz û zelal hate kerkirin
kund dixwînin li şuna min
jîyana sextekar
hevalên du rû
dem hat
dem derenge
dem bê bexte
bilura dil şewat
newayeke bê dawî
min tesel dibe
dem bilez dibuhure
ruhê min di navde
wek lêhîye diherîke
li nav hestên kelogirîde mam
jîyan qedîya
nesekine wezîfa xwe pêk bîne
min dehf bide ser pira sirat ê
bila ez bikevim nav çemên ji agir
ger ku yar îblîs be jî
mirada min ev bu
ji minre ne xeme...
10.11.2013
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 10.11.2013 09:02:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!