Tu xwe winda neke li vê dînê
Xîzan dimirê axa dimirê
Ti kes qet namînê li vê dînê
Zarok dimirê kal jî dimirê
Ji çiyan mal û milkê te hebin
Bê jimar zar û nasê te hebin
Heval û hogirê te pir hebin
Di gorê de bi tenê bimînê
Bejn û bala li te qirase bê
Ji şekir zimanê te xweş hebê
Yek ji derd û kul li te tûnebê
Li hemberî mirinê çi feyde
Lal jî diçin ker jî hemî diçin
Kor jî diçin kop jî hemî diçin
Yên aza û bi hêz hemî diçin
Yên ku hatî dînê hemî diçin
Bi qasî qarun malê te hebê
Bi qasî nemird hêza te hebê
Serî binî dinya tev ya te bê
Di gora tarî de wê tunebê
Paşerojê nizam wê çi bibê
Rewşa me roj bi roj kavil dibê
Neqencî'yû nebaşî pir dibê
Her kes bal mirinê ve nêz dibê
Kayıt Tarihi : 10.9.2024 23:36:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!