Dil ez hiştim ji dil çima mal bar kir
Tenê hiştim li mil barê'm giran kir
Bê can hiştim li dil mala'm wêran kir
Tu dibê qey mirin hatî şuna wê
Çuye, jiyan li dil çiqa wek agir
Çu nura can li roja min tav rakir
Çuye canan dinya li ber dil sarkir
Tu dibê qey mirin hatî şuna wê
Gul şêrînê tahma devê'm xirakir
Gulê dînê rahma dilê min rakir
Gul nesrînê li dil çima weha kir
Tu dibê qey mirin hatî şuna wê
Ji xweşiyê li min hemî zahf rakir
Ji başiyê li min hemî winda kir
Ji êşîyê li min hemî belakir
Tu dibê qey mirin hatî şuna wê
Hiş û mejî li serê min winda kir
Şîn û keskî li adara'm zuwa kir
Dil û kezeb li tevî bi êşan kir
Tu dibê qey mirin hatî şuna wê
Kayıt Tarihi : 8.11.2023 19:58:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!