Dilo rabe deka rabe
Rêya halê te xirabe
Rabe ji xewa bêhayî
Ji razanê tişt çênabe
Temen borî va mirin tê
Girî li wî halê te tê
Debara te va tunîne
Digel ecel çiqa zû tê
Xwe ne xapîn weha nabe
Dara xwezîyê şîn nabê
Tewekkûl qet weha nabe
Bi runiştîne çênabe
Kesê hatî ew her çûye
Li nav axê winda bûye
Tiştên xwe li dinê hiştî
Bi parçeyekî caw çûye
Kesê dewlemend û xîzan
Ji wan li dinê kes neman
Hişê xwe bide serê xwe
Kanî Musa kanî Haman
Çi bi kêf û çi xemreş be
Çi bi nasî çi bê nas be
Tu çawa be bila bibe
Ji mirinê xilas nabe
Te tam ji zarokî nekir
Te xêr ji vê dinê nekir
Va ciwanî çûyî barkir
Te tiştek ji wê fêm nekir
Hinek heval zûde çûyî
Rojên wan li dinê borî
Mirin dibê ku zû bûyî
Li hin zarokê nûbûyî
Dem nîne ji mirinê re
Kes nizanê kengî wê bê
Cih nîne ji mirinê re
Kes nizanê li ku wê bê
Temenê te va ye diçe
Bizane bê hedan biçe
Dawî poşmanî bê feyde
Nebê ku bi xwezî biçe
Rih û şaşik feyde nadê
Mal û milk xilasî nadê
Kirinê qenc her tim bike
Bilî wê tişt feyde nadê
Yê hatî vê kerwanserê
Bizanibe ku wê herê
Kî bê kurê kî kesî bê
Çi kesê hatî wê herê
Lewra ti kes lê nemayî
Çi nezan û çi zanayî
Şarezayî beredayî
Ha dawî ha seretayî
Mirin tê hemû deveran
Li xanî û li nav bircan
Li bin ax û li ezmanan
Li hindur û li kolanan
Kayıt Tarihi : 25.5.2024 23:02:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!