Mirazê Me Welatê Me Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Mirazê Me Welatê Me

Tehlayî ket nav dilê min rêya dûr jî bû para min
Per baskên min jî şikestî xopan jî ket jiyan min
Lorî lorî ez digîrîm xwîn dikişe her çavên min
Perişanim şerpezeme welatê min şêrîna min

Ez xerîbê van bajaran kuçe kolan bûn para min
Dikim herim welatê me û têkevim nav doza me
Ez kalekî azadxwazim pişta min de barê mine
Xwezîya min wan hevalan bi wan re buçîyam çiyan

Rabûm êdî ez serpê me her dem ez azadîxwazim
Qîm bi biqîm jî ez bihelim ez bendewarê welatim
Bi tim dostê kedkaranim şoreş û şoreşgeranim
Têkoşîn jî tim piroze ez helbestvanê Kurdanim

Êdî bese ev xulamî em tim daxwazin şanazî
An mirin an serefirazî gel dimeşin vê rêbazî
Tev derketin ser kolanan civîna şerezayîye
Mirazê me welatê me nav de tijî azadîye

Mehmet Çobanoglu
24.09.2012
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 24.9.2012 16:00:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • İlhami Seçkin
    İlhami Seçkin

    Reis ! adlı şiir'i cevap olarak kabul edermisin.

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu