Miraz Şiiri - Şahabettin Işık

Şahabettin Işık
28

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Miraz

Ger tu dara miraza bû yî
Wê daxwazvanekî te jî ez bûma
Minê xwe girêbidam
Bi kezîyên te ve celeb celebî
Bi girêhişkî

Di neqeba çavên te de
Bêhn bikim cot gulîyan
Her du sûretan bi ramûsanî

Bila bivemire şewata dilê min
Bi ava kanîya qublê
Li ser kuçikê şivanan
Vexwim
Vexwim
Vexwim
Bi kulmên te yî perperok

Te gulpik da
li ser tirba Xecê û Sîyabend
Di nav belekîyan de
Bila bisekine roj
Ne be havîn ne yê payîz
Hilneweşe ku ez nemirim


Şahabettin Işık
Kayıt Tarihi : 1.8.2025 00:14:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!