Mîna Berfa Biharim Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Mîna Berfa Biharim

Wek dara ber xizarim
Ez derdê sed hezarim
Jana min zehf girane
Salane ez bêzarim

Ez van derdan nikarim
Tim keser û xemdarim
Giran, giran dihelim
Mîna berfa biharim

Xem û kul paramine
Bêkesî qehra mine
Xezalê, lê delalê
Evînî derdê mine

Rojên xweş li min dûrin
Ji min re kêr û şûrin
Bi derdan perîşanim
Derê min derdê kûrin

Bêbextê ez jî canim
Ji welatê Kurd'anim
Li bo te ez bengînim
Evîndarê xizanim

Mehmet Çobanoglu
22.01.2020
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 22.1.2021 16:18:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu