Dil xemgînê
Bejn bilindê
Qaj bêhnê
Zar çêrinê
Ez têk çûm tu zû were
Derbaz bû bihara min
Berf û bagere dibare
Vê gavê morane zivistane
Kewokê gul sîsê
Ez xemgîn
Kelogirî
Dil jî min re şewate
Axa me jî ma welat
Mîna ava çem û kanîyan
Zû were xwanga min
Derdê min jî girane
Jana min nav de tijî
Roj bû şev roj min tarî
Ez rêwîyê westiyayî
Çokên min jî betilîn
Hêzê min jî nagire
Ez vir mam tî û birçî
Pişta min herdem tazî
Kevir kelem ket ingê min.
Dozvanê lê pêşengê
Hertim jî tu pir jîrî
Ez digîrîm dinalim
Rondikê min dibarin
Min bîhist ez rebenê
Li taxa dor wan çiyan
A Dêrsim a Qerzan’ê
Hevalên me kuştin bimirim
Keçê xwîşka qemerê
Ev şerê azadîyê
Pakrewn namirin
Heval çûn ser Gabar’ê
Destek jî dan Hewlêr’ê
Bê serok jiyan nabe
Bê welat hebûn nabe
Geşbikin Kurdîstan’ê bînin azadîyê.
Mehmet Çobanoglu
07.09.2010
Stenbol
Kayıt Tarihi : 7.9.2012 16:41:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2012/09/07/mina-ava-cem-u-kaniyan.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!