Mın pala xwe da dara guz’ê
Cavên min rêya te dikişandin
Bi hevîyeke kur
Sermest bum ji awirên te
Ez di awirên te de wunda dibum
Giranî dikete ser hestên min
Tehlbuna gîyajerkê da mam
Tu sedem min xelas nake
Dixeniqîm nav xewn u xeyalande
Biskê teyî heleq ve hatim darvekirin
Bune tîr bijangên te
Li serê dilê min ketin
Dilipitim wek dilê hechecokekî
Diweşim mîna pelê payîzê
Ma tu dil kevirî?
Nabînî kela dilê min?
Ma ezê çend cara bimirim?
Min daneyne gora tarî
Wesîyeta min li te
Min veşêre nav dilê xwe
Bê darbest,
Bê şuştin,
Bê kefen…
06.12.2013
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 9.12.2013 15:06:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!