Min Tu Gotî Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
108

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Min Tu Gotî

Min tu
Di nav ezmanên dilê xwe de,
Kirî stêrk,
Di nav şevên tarî de
xewn,
Di hizir û ramanan de
Hewn.
Ji warê dil re
Hêlîn.
Li birca avahiya dil
Stûna evîn.
Ji ewrên dilovanî re
Di xelayê de,
Ez te dibêjim
Di nav gazindên bê ser û ber de,
Tu dibe baraneka nerm,
Bi rehm
Bi ser axa dilê buyî term
Di barê,
Bişkokên kulîlkan vedibin
Hêvîyên ji jiyanê şîn dibin.
Hizrên lewitî pê pagij dibin.
Ji hewaya paqij re
Ez te dilorînim
Tu dibê, li nav lêvan
Wekî bêhna sêvan
Bêhn ferehî ya roj û şêvan
Di hizrên xwe de
Bi sed hezar dilî
Ez te amade dikim
Di nav gulîstanan de derbas dikim.
Bi ser helbestên evînê wer dikim.
Min Tu gotî
Ji nivik û newa re
Tîr û kevan
Dibûne tembûr
Dibûne erbane
Dibûne bilûr
Min navê te di got
Bi te
Ji hebûnê re navekî din çêdibû
Hebun bi wate dibû
Dil bi hêvî dibû

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 20.1.2024 12:13:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!