Min negot Şiiri - Haris Serhad

Haris Serhad
25

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Min negot

Nizanim çawa bêjim
avêtine histûyê min zincîr û toq
Min qir dikin bi teyare û top
Bi ser min de tên bi kevir û hesin û zonp

Min negot
vî agirî canê min sot

Çima hinekan dev li goşt ê me dikir?
Çima ziman û hûner a me hişk dikir?
Çima li canê me xwîn zûha dikir?

Min negot
Vê qehrê hûstîyê min anî ber kêra kot

Min negot
ez bi xwedê re asê bûm
Min ew red kir
Min mal û malbata xwe wenda kir
Min jîyana xwe bi tolazan re derbas kir
Min bi xwere şer kir
Min mala xwe talan kir
Min kezeba xwe reş kir…

Ez li kerbelayê bûm hûseynê elî
li nemrûdê bûm îbrahîm ê kûrdî
Li meydan ê seyît riza yê dêrsimî
Min birîn li canê xwe kirin kedî

Min negot
Ez bûm yekî bê xwedî

Min negot
Ezê tû car jî nebêjim…

Haris Serhad
Kayıt Tarihi : 4.4.2024 19:23:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!