Min Kule û Xezebe Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2603

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Min Kule û Xezebe

Ev hesrata dilê mine
Roja reş adu yê mine
Çem û çîyan ket bîra min
Welat ê min xema mine

Salan ez welat dûrim
Mîna kewa bêhêlînim
Kula min jî pir girane
Ez rêvîyê derdê kûrim

Wele, bile ez xemgînîm
Belengaz im pir feqîrîm
Mîna teyrê bask şkestî
Birîndarim qet nafirim

Li her çavê min de xwîne
Heval, hogirê min çûne
Bêbilbil û bêbaxçe me
Min re ken û şaî tune

Li min kule û xezebe
Bi salane min ezabe
Barê min jî ne sivike
Dil û cane bi kezebe

Mehmet Çobanoğlu
09.10.2018
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 9.10.2018 16:07:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu