Min Ji Te Çi Dizî Şiiri - Uygar Yeni

Min Ji Te Çi Dizî

Tu dizanî min çı dızi işev ji te?
Min dilê te dizî ji te îşev
Bêyî haya te..

Tu di nav xewê xweyî herî xweş de bûyî..
Kî dizane
Tu jî nizanî
Lêbelê min dizî..

Ne eşkere
Min her tişt bi dizî kir îşev..
Tu di nava xewê xweyî herî şîrîn da radiketî..
Lê min, dizî…
Min dilê te dizî, bêyî ku kes nebîne..

Min ji te îşev, gelek tişt dizîn dilê min..
Ez dikirima stêrkên çavên te jî bidizama
Lê çavên te çubû xewnekî xweş..
Lê min hişên te dizîm..

Îşev, dema ku tu razayî û çûyî xewna xweyê herî şîrîn..
Min te dizî dilê min..
Ez te dizîm...
Hîşyar nebe, hinek dîsa rakeve û raze..
Çimkî ez dicemidim xewna min..

Ev, şevekî sar e
Pir sar e..
Hîşyar nebe dilê min..
Lewra ez ji te pir hez dikim...
Hezkirinekî bêdawî
Notla bayên bêdawî…

Uygar Yeni
Kayıt Tarihi : 4.12.2013 21:09:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Uygar Yeni