Min ji Kûrdekî hez kir.
Bi qasî pira Ongözlü ya Amedê bi hêvî ye
Ew jî wek pira Malbadî ya Farqînê evîndar e.
Min ji Kurdekî hez kir
Bi qasî dîroka Mêrdînê kevn e
Li Nisêbînê weke ava spî sar e.
Bi qasî Gola Masîya ya Rihayê bi heybet e
Ew bi qasî Göbekli Tepe nepenî ye.
Min ji Kurdekî hez kir
Bi qasî rûn ê Êlihê
Wek Êskîfê bêçare
Bi qasî tûjitîya semsür
Bi qasî Êdene germ.
Min ji Kurdekî hez kir
Weke şaristaniya Mezopotamyayê
Mîna evîna çemê Firatê ya ji bo çemê Dîcleyê
Min ji Kurdekî hez kir.
Kayıt Tarihi : 1.5.2024 21:21:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!