Min gûhdar bike dilê min
Eve bû çend Roj û meh tû nehatî
Hemû tiştên xweş mane rojê bûhorî
Niha ez bi xwe mame bi serê xwe
Wexta min tû naskir jîyana min cûda bû
Dilê min ne wekî evro xemgîn û bêkes
Ne gîrî hebûn û ne jî şîn
Lê pîştî tû ji min dûr ketî
Ez bûme wekî teyrek bas şikestî
Bûm êxsîr
Dilê min ez li gel teme
Dengê min bibîhîze gazî te dikİm
Ma ne bese bizivire were def min
Çav ji rondika êdî nema raweste
Roj diçe dibe meh û her diçe dibe sal
Emir diçe dilê min emir
Û tû nayê dil hêjar û belengaz
Dil baran û tofan
Were
Rojek ji rojên heyva adarê
Rojek ji rojê heyva tîrmehê
An jî ber bayê barana ilonê
Were dilê min
Ji bo min wext nema
Roj hew tarî şev êş û Jan
Bajar bêkes kolan bê deng
Bila dengê hatina te dilê min şake
Tû li kîjan Welat kîjan bajer bî
Ne keve nava bê çarenûsan
Êdî wext bûhorî bû şeva tarî
Hemû tişt diçe ber çavân
Baran ev şev jî bû mêvanê çavên min
Lê dengê dilê min ev şev jî bîrîndare
Ez nizanim tû ji min xeyîdîye
Edî ceresa dergehê derîyêmin veke dilêmn
Rezan Farqin
Kayıt Tarihi : 17.6.2021 04:30:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!