Min got dilber, ma tu jî evîndarî ?
Got lo dîno, berê te min dil kewand
Min got bêje, ji min ra tu dildarî?
Got lo dîno, min hêsrên çavan qedand
Min got keçê, were tu dil bixemlîn
Got lo dîno, min dil ji bo te kir xwîn
Min got keçê, te dil kir kul û birîn/
Got lo dîno, min dil û hinav heland
Min got narîn, tu bi xet û bi xalî
Got lo dîno, tu ji bo min xeyalî
Min got keçê, tu ji bo min sewalî
Got lo dîno, sewalan dil peritand
Min got dîlber, te wek pêxwas dît evîn?
Got lo dîno, dil vê evînê naxwîn
Min got keçê, ma dilê te çi dibîn?
Got lo dîno, evîna te dil qetand
FİKRÎ AMEDÎ /
http://fikriamedi.blogspot.com/
Kayıt Tarihi : 7.1.2018 15:54:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!