Kulilka nav kezaba min
Ji zorê me hevqetandin
Destê min de kelepçe ye
Kelepça min pir şidandin
Çavreşa min, delala min
Wele min pir bêrîya te kir
Vê girtîgeha tarî de
Min te re helbestek çêkir
Canê min û rebena min
Min dilê xwe te re vekir
Êdî dixwazim negirî
Min te re evînek geşkir
Gula deştan û zozanan
Wele bêşik û bêguman
Ez pir bêkêf û xemgînim
Her der min re bû mij, dûman
Hevala min, qîzapa min
Ji rojan e tim dinalim
Vê zîndana malxirab de
Ez nexweşim pir bêhalim
Mehmet Çobanoglu
28.02.2018
Silivri
Kayıt Tarihi : 11.6.2018 12:59:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2018/06/11/min-dile-xwe-te-re-wekir.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!