Min Digo Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
109

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Min Digo

Ew lehvê şîn şekerek min di go
Çavê yarê kerkerek min di go
Ruwê wê qozeqerek Min di go
...................................... Min di go
Li dor dinya zivirê min di go
Hebûna tevkes biwê min di go
Şareza û bîrwerê min di go
...................................... Min di go
Navê wê gelek bilind min di go
Hêja'w beha ya bilind min di go
Ya rab çi xweş'û çi rind min di go
...................................... Min di go
A wekî nava rojê min di go
Şîrîn şekir dibêjê min di go
Xweşe dûrî qirêjê min di go
...................................... Min di go
Kotik tijî vexwarê min di go
Li ber kêleka yarê min di go
Ji av jîyan vexwarê min di go
...................................... Min di go
Nêribana yek carek min di go
Li piştê çi xweş barek min di go
Wê xilas bama carek min di go
...................................... Min di go
Ew tîrêja Sipîdê min di go
Çi qenc û çi suudê min di go
Vîl û kulîlkê didê min di go
...................................... Min di go
Ew şana ji şemala min di go
Keçmîra linav mala min di go
Çi xweş geş û cemala min di go
...................................... Min di go
Evla'yê Rebbê me ye min di go
Şendibê Rebbê me ye min di go
Evîna Rebbê me ye min di go
...................................... Min di go
Ew hez kerê Xwudê ye min di go
Xwuda hez kerê wî ye min di go
Ev dil hezderê wî ye min di go
...................................... Min di go
Ez sûnd duxum bi ayetê min di go
Çiqa zanê muhbetê min di go
Peyv û bêjîn ji Xwudê min di go
...................................... Min di go
Nura tîrêjê de bama min di go
Bila tiştekî'm ne bana min di go
Hingî bi wê besî bama min di go
...................................... Min di go

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 30.3.2020 20:41:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Zandar Amari