min di zivistanê de terka vi bajari kiribu
weke ku min di dilê xwede terka vê evinê kiri
min di şeva beri wê de xatir xestibu ji deru ciranan
lê kesê nezanibu wê vê evina min min bi dinyayê bixwistiba
beriya du sê salan min bi xweji hêvi nedikir
ji ber ku min bawernedikir ku rojek weri ev bajêrê ez di nav de winda bume li min teng weri
bele min di zivistanê de terka vê bajarê kiribu
weke kŭ min di dilê xwede terka vê evinê kiri
ji te bê xeber
u ji herkesi veşarti
min peymana vê di navbera dilê xwe u mejiyê xwede wajo kirbu wan ji qebulkirbu wê ev mijar hatiba girtin
ji xwe zivistanê de hertiş pir giran tê li mirov
feqiri, bê çareyi, tenêti di zivistanê de diyar dibe
havin ba dibikuya ez runiştibam u min bi sibera xwere qala vi bajari kiriba ku çend teng hatiye li min
peyizba di bi ku ez runiştibam li ber binê darekê u min ji pelên werayire bi gotiba
wê darê qala pelên terka wê kiri bikiriya u minê ji qala te
biharba wê hin baştirba minê kulilkek ya biharê girtiba u minê bi ere nayê re hêvi ji xwere çêkiriban
lê zivistan li min pir giran tê
ji xwe min ji tere got min di zivistanê de terka vi bajari kir....
zivistanê wê şonpêyên bi heri hati çêkirin bi berfa sipi veşartiba
mina veşartina rondikên mirovan bi baranê....
min di zivistanê de terka vi bajari kir...
Kayıt Tarihi : 3.2.2019 22:31:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Evindar Berfin](https://www.antoloji.com/i/siir/2019/02/03/min-di-zivistane-de-terka-vi-bajare-kir.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!