Min Bêrîya Te Kir Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2549

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Min Bêrîya Te Kir

Kelepça xistin destê min pola ye
Rebenê dert û kul, jan min re ma ye
Brîna dilê min, min pir dêşîne
Lê delalê felek ji min bêhaye

Ez ji te pir dûr ketim, ne ba te me
Min bêriya te kir, ez nexwaşê te me
Ronahîya roja min, evîna min
Bi rastî, bê te jiyan min re xeme

Delal bi rojane ez bendê te me
Di nav qîr û qetran û tarî yê de me
Bi sond û qesem ez te derbas nabim
Li mehane ez girtîgehê de me

Bêderew, rojane ez hêvî ya te me
Jiyan min re derde ji min re xeme
Lê ware, keçika walatê min ware
Ez hêsîr ketim, ez zindanê de me

Lê evîna min yarê te bêhale
Rojane dilê min bo te dinale
Wele, bile derdê min pir girane
Canê min bi rastî yarê te kale

Mehmet Çobanoglu
03.25.2018
Silivri

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 11.9.2018 18:04:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu