Dil, birîna min zehf kûre
Welatê min ji min dûre
Malwêranî jî pir zore
Ew li wek canê ber şûre
Bêriya min de gundê min e
Germahiya dilê min e
Welatê min ji min dûre
Hêsirên her çavê min e
Evîna min, were cem min
Ramûsanekî bide min
Jiyana derve pir zor e
Min bêriya te kir, canê min
Bedewiya bajarê min
Kenê te hat bîra min
Welatê min ji min dûre
Min neşikîne, were ba min
Evîna dil qet naweşe
Mîna gulilkan pir xweşe
Li vê derê ez tenê mam
Xerîbî wek derdê reşe
Mehmet Çobanlglu
09.02.2025
Stanbol
Kayıt Tarihi : 9.2.2025 00:21:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!