Min Bêrî ya Te kir Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2564

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Min Bêrî ya Te kir

Mîhrîvana nav dilê min
Nîgara te destê min de
Nêrîn xweşê, li dil geşê
Her çavê te çavê min de

Tu evîna dilê minî
Pir bedew û pir delalî
Mîna lı ava nav çeman
Tu ronî û pir zelalî

Baxê me de, dara sêv ê
Dara sêvê bêsêv nabe
Tu evîna dilê minî
Bête, dilê min şanabe

Were, were lê delalê
Şadî ya min li bo te ye
Lê kubar û nazdarê
Dilê bengîn benda te ye

Weleh min bêrî ya te kir
Ez çi bikim, te têrnabim
Min dilê xwe te re vekir
Ez tu car bête şanabim

Mehmet Çobanoglu
26.05.2022
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 26.5.2022 09:58:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu