Min Bêhna Te Dikir Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
109

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Min Bêhna Te Dikir

Min bêhna te dikir
Ji dera tu têve çûyî
Ji hilma ku te dayî
Ji evîna me hildayî
Ji cihê di dilê min de
Ku ji bona te mayî

Min bêhna te dikir
Ji vîl û kulîlkên adaran
Ji nav xewnên êvaran
Ji helbestên evîndaran
Ku di herikin ji dilên
Êşreben û bîrîndaran

Min bêhna te dikir
Ji perruya te sitandî
Ji evîna te qelandî
Ji strana deng honandî
Ku hatî honandin ji awazên
Dil û kezeb şewitandî

Min bêhna te dikir
Ji xewnên bê te
Ji pojina navê te
Ji hizra çavên te
Ku pir mezin dikin
Vê kula ji bona te

Min bêhna te dikir
Bêrî li te mezin dibûn
Hinav li min kul bûn
Xeyalên min hişk dibûn
Min bêhna te dikir
Tevî tişt winda dibûn

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 18.12.2018 23:54:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!