Oy hewar,hewar evin Hizna li min hewar
Nav û dil helîyan, kezeba min hate xwar
Li cîhanê gerîyam min dît gund û bajar
ji xwe ra kes wek te sadik ne dît dost û yar
Eker ji te ra bibêjim carek bi rastî
Hin kes ji min ra derketin hole bi dostî
Gotin emê nêzî te dibin bost bi bostî
Belê wan xwestin min ji xwe ra bikin goştî
Min baş fêr kir tu her dem dost û yara minî
Tu kesek bi dil û can evîndara minî
Tu ji min ra ti car ne bi xerez û kînî
Êdî bawerke tu mihiba dilê minî
Tetwan, 24.08.2012, saet 10.10
Kazim ÖzdemirKayıt Tarihi : 24.8.2012 13:37:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!