Meşa Revê Û Payîz Şiiri - Jan Ziryan

Jan Ziryan
3

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Meşa Revê Û Payîz



bajar tengin, pirr tengin
ma ne vaye çivîk ji xwe re
li cihekîdin digerin
ew ê dîsa yek bibêje,
"qala însanan bike lo"
ez ê guhnedimê û bimeşim

helbestên xwe gişan ji bîr dikim
zarokek di xew de dikene
niza’m, bi çi dikene
bila bikene, xweş dikene
ken lê tê

tu çûyî, dike payîz jî xelas bibe
payîz û diltengî, li hev tên!
erê, xwedê mezin e
pirr mezin e!
dîsa ew ê yek bibêje,
"jixwe her tim mezin e loo"
ez ê guhnedimê û bimeşim

destên xwe dişom, baş dişom
ne xema kesiye
bila ne xema kesî be

dinya nexweş e, pirr nexweş e
ma ne vaye "Arjen Arî" miriye
dîsa ew ê yek derkeve bibêje
"ma ne helbestên wî henin looo"
ez ê guhnedimê û hey bimeşim

Jan Ziryan

Jan Ziryan
Kayıt Tarihi : 30.5.2018 19:01:00
Hikayesi:


ji bo Arjen Arî. helbest. helbestên kurdî.