Mela banga sibê didî
Dibê: ji xew rabin bes e
Ev bû hezar sal kole ne
Ta key di xew de bin, bes e:
Li ser we tim zor û setem
Pingav û gol û ça û çem
Bahoz û serme û seqem
Ma win şiyar nabin, bes e:
Malê me her bixwî neyar
Tim bêne me qamçî û dar
Bindest û birçî û hejar
Parsek jî wa nabin, bes e:
Bindestê dijmin pir nexwe?
Li ser çiyan em bûn kele?
Qirdê me kor, bextê me re?
Ma hê jî ranabin, bes e:
Welat xweşe tev xêr û bêr
Petrol û hasin, zîv û zêr
Bindestê dijmin tim li jêr
Ta kengî kole bin, bes e:
Hetta nebin xwenda û jîr
Bê rêber û bê destegîr
Bê dewlet û rist û wezîr
Bindestê tirka bin, bes e:
Dijmin Relek zana û xurt
Xwînxwar û devlok, har û sirt
Ta key bi xap û fort û zirt
Li ser me axa bin, bes e:
Tev yên mene ev bax û dar
Deşt û çiya, lat û zinar
Em derketîne, bendewar
Lê ew di baxa bin, bes e:
Ev xan û eywan û sera
Dijmin bixun mal û pera
Xweş tê de rûnin, lê çira
Em tim li çola bin, bes e:
Em tim ji derve dûrîdest
Birçî û tazî, jar û mest
Tim têne kuştin dest bi dest
Bin boks û dara bin, bes e:
Dijmin ketin xanên bilind
Girtin ji ber me şar û gund
Lê em bikûrin rengê kund
Yan rengê zaxa bin, bes e:
Daxwaz çiye ji serxebûn
Da em bixun mal û hebûn
Pê xweş bikin derdê derûn
Lê xurt û zana bin, bes e:
Li ser çiyan nal û girîn
Guhdêre qîr û deng û şîn
Dîsa ciger tev bûye xwîn
Bin berf û serma bin, bes e:
Kayıt Tarihi : 1.3.2005 22:35:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
