-ji Mehmed Uzun re-
Tu kes nikarin ji ber xelas bin,
Hîn negîhîştime, hêvalên te ne
Berhewa dikine bi mêlên xwe;
Kela kelê me li ser meqama te
Lê, ez mehkûmê zara xwe me!
Tu helatî ji nav rind û bilindan
Pepûlê ber şewqa çavên te me;
Hesret mam, qet min têra xwe
Li vî alî, li wî alî temaşe nekir
Lê, ez mehkûmê soza xwe me!
Ketime nav deşt û keviristanan
Vedidim der û beran, ne dîn im
Ma kevir biqelşin li ser keviran
Karê min ne defîne û gewher in
Lê, ez sîmyagerê zêra xwe me!
Serê min de tim tên sêwirandin
Tu disefînî bi stêr û balinde ve;
Ez ne nexweş im, pir darhal im
Dixwazim te bigrim bê sêrbazî
Lê, ez mehkûmê dilê xwe me!
Sewta Berbangê
Abdullah KarabağKayıt Tarihi : 26.7.2006 15:37:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Abdullah Karabağ](https://www.antoloji.com/i/siir/2006/07/26/mehkume-dile-xwe-me.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!