Mehkum Şiiri - Rodan Ardil

Rodan Ardil
50

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Mehkum

Ez mehkum, ez dîl girtîme,
Gemarîya zindanê herderê min rapêçîye,
Por, binzik û binçengê min gurîbuye,
Ka dayîka min bila min bike serşokê,
Bila bi tasikê dîsa li serê minda lêde,
Ka îja ezê qet birevîyam !?
Ji lêdana wan îzbandûdan bila lêdana tadika dayîka min be li serserê min.

Di şevên reş tarîda
Derdorê min tenê çar dîwar,
Dîwarên bê deng, kor û ker,
Ew tenê xwîna ser laşê min dinêrîn.

Ger piçûk dibum
Her daketina copek li ser canê min
Êşek zaroktiya min dikir bîra min,
Lê bila êş êşa birîna çogan ba
Lê ne ya copan ba.!

Ger ez mezin dibûm
Û qisên dayîka min dihat bîra min ;
"Lawê min metirse, metîn be."
Lê dayê heyanî ku û kînga ?

Her derî vedibu bi pehînên zexm,
Diqelişand xewnên minê nîvçe,
Û lerz li ser dilê min birîndar diket,
Şûna teştê dîsa para me bu lêdan xarin.

Ew çax min dixwast biqêrîyam
Hetanî avazê min derketa,
Bangê nasê xwe, hevalên xwe, dayîka xwe kira,
"Tenê me hevalno, tenê me birano,
Ka destê te dayê, ka destê te?"

Rodan Ardil
Kayıt Tarihi : 30.11.2023 07:32:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!