Rojane li ser me mij û dûmane
Megrî megrî bese, lê bisk reşa min
Dîsa li me qîrîne, me qîjîne
Nalînî ya te jî ket nav guhê min
Ax disa li me feryade, fîgane
Şîne, şîwane bi her der Zilan’e
Ne mal û ne avahî ne jî war man
Li me xeme, kesere ne dîlane
Li salane ser me gule dibarin
Bese megirî megirî, lê bisk reşa min
Dîsa li bêwext me re tevkujî ye
Êş û jana gelan, ket nav dilê min
Li gul, gulpikan agire, şewate
Tu dibêjî her der Cizara Botan’e
Di malan de gundan de tişt nemaye
Wek dilê min de şûr û kêr kutane
Mehmet Çobanoglu
19.11.2017
Stenbol
Kayıt Tarihi : 19.11.2017 18:54:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!