Megrî Daê Megrî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Megrî Daê Megrî

Dayîkê ez qurban em rêwîyên rîya dûrin
Pêşberê me çiyane,newal,banî û kendalin
Megrî, daê megîrî ez gorî te û berbextê te
Bo xatirê doza me barê me bîne em herin

Dayîkê ez qurban em şoreşgerên welatin
Em rêwîyên azadîyê em zarokên gelanin
Megrî,daê megrî te pir kul,xem,jan dîtye
Tu rewşa me dizanî rêdan bide em herin

Em rêwîne û rêwîyên,şanazîyê,rûmetîyê
Em rabûn ser pîyanin û diçin bo azadîyê
Megrî,daê megrî rondikên xwe nebarîne
Qet nekeve nav xeman dilê xwe neêşîne

Şere şere me mehşere mije,dûman,agire
Wiş teqîna çekane wax xurmîna gogane
Megrî,daê megrî heyfa wan her çavane
Serîhildan,berxwedan bo mafên gelane

Ax dayikê ax welatê me çar perçe kirine
Nav hevde parvekirine û hemû jî mêtine
Megrî,daê megrî û heval distînin axa me
Daê şoreşger rabûn îro azadîya Kurdane

Polês,leşker tev hatin êriş hanîn li ser me
Qir bikeve koma wan agir xistın canê me
Megrî,daê megrî û ramîsim her destên te
Mizgînî hat li me re rizgr dibe welatê me

15.02.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 21.2.2010 03:09:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Mîhemêdê Zirav
    Mîhemêdê Zirav

    silav bûn helbestvanê hêja, zor xwes çêbûyî... +10

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu