Medet ya Qasidê Xweda Şiiri - Ekrem Ebis

Ekrem Ebis
53

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Medet ya Qasidê Xweda

Medet ya qasidê xweda

Piştî kû ti çûy, ma ez kîme
Ne li ba min bî, ez sêvîme
ji vê jîyanê, ez bê hêvîme
Medet ya qasidê xweda

Piştî kû ti çûy dinya tarî
Dil û kezep parî parî
li me zêdebûn, eyb û arî
Medet ya qasidê xweda

Piştî kû ti çûy em perîşan
Her tişt bûye şohret û şan
Ummet ket destê nebaşan
Medet ya qasidê xweda

Ez Ekremê bileyderî
Bahsa te dikim, li derî
Wê Edalet kengê werî
Medet ya qasidê xweda

Edaleta te şerîne
bawerkî zêrê zêrîne
Lê belê kesek nabîne
Medet ya qasidê xweda

EKREM EBİS -Bıleyderî BATMAN

Ekrem Ebis
Kayıt Tarihi : 6.5.2015 16:10:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ekrem Ebis