di konçalên mêjiyê min de
bi hezaran bersiva pirsên nependî
diçeliqin
aqil û wijdan
li nav nakokiya hestên tevlihev
radiperin
li biharên kesk
berfa kul û kederan li ser şadiyên min
dibarin
çûkên şeveder
di dewsa min de îlahiya miriyan
dilorînin
roj
di dîmenên çavsoran de
reştarî dibin
şev
li nav mija xewên sergêj
dibiriqin
ez
şervanê çaxên westiyayî me
di sinifa jiyanê de
mamosteyê felsefeya xwe me
hêviyên pûç
di tasa ava gêrikan de
bi xwedî dikim
ji xeyalên tevizî
difilitim
di riya asê de ber bi rastiya bêdawî ve
dipekim
tovên kenê rindika nazik
li ser axa xewnên xwe
direşînim
ji lêvên yara sipehî
dermanê jana şîrîn
vedixwim
ez
ne li havînan germ dibim
ne jî li zivistanan dicemidim
di nalîna têlên tembûra xwe de
dihelim
ez
ne ji xwe dûr dikevim
ne jî nêzikî xwe dibim
di valahiya giyanê fetisî de
difetilim
ez
êş û lerza bedena xwe
bi cîlweya şevên fahîşe
dipêçim
Xizan Şîlan
2012-04-04
Stockholm
Denizler ortasında bak yelkensiz bıraktın,
Öylesine yıktın ki bütün inançlarımı;
Beni bensiz bıraktın; beni sensiz bıraktın.