Mamosteyê Xwe Me Şiiri - Xizan Şîlan

Xizan Şîlan
49

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Mamosteyê Xwe Me

di konçalên mêjiyê min de bi hezaran bersiva pirsên nependî diçeliqin aqil û wijdan li nav nakokiya hestên tevlihev radiperin li biharên kesk berfa kul û kederan li ser şadiyên min dibarin çûkên şeveder di dewsa min de îlahiya miriyan dilorînin roj di dîmenên çavsoran de reştarî dibin şev li nav mija xewên sergêj dibiriqin ez şervanê çaxên westiyayî me di sinifa jiyanê de mamosteyê felsefeya xwe me hêviyên pûç di tasa ava gêrikan de bi xwedî dikim ji xeyalên tevizî difilitim di riya asê de ber bi rastiya bêdawî ve dipekim tovên kenê rindika nazik li ser axa xewnên xwe direşînim ji lêvên yara sipehî dermanê jana şîrîn vedixwim ez ne li havînan germ dibim ne jî li zivistanan dicemidim di nalîna têlên tembûra xwe de dihelim ez ne ji xwe dûr dikevim ne jî nêzikî xwe dibim di valahiya giyanê fetisî de difetilim ez êş û lerza bedena xwe bi cîlweya şevên fahîşe dipêçim Xizan Şîlan 2012-04-04 Stockholm

Xizan Şîlan
Kayıt Tarihi : 1.3.2012 01:40:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Xizan Şîlan