Malê barkir, çûm zozanê
Konê vedim nav giyayan
Mîna zarokekê çar salî
Birêvîyam nav zinaran
Hey lo, zozanê hey lo
Hey lo, çiya û zinar
Hey lo, zozanê hey lo
Dilê min li wan dimîne
Çemê Karê li pir xweş e
Çem û kanî wê pir geş in
Li pişt zinarên dijwar
Lawikê koçer dimeşe
Hey lo, zozanê hey lo
Hey lo, av û kanî
Hey lo, zozanê hey lo
Riya me dirêj e
Berîvanê sitîl xist destê
Kurtan kirin, çûn ber pêzê
Şivan pezên xwe lê kom kir
Şîr doşîn, çûn nav malê
Hey lo, zozanê hey lo
Hey lo, ax û welat
Hey lo, zozanê hey lo
Ev stran ji dil e
Kayıt Tarihi : 10.1.2026 13:26:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!