Pora serî zêrê zera
Mal xirakir malamin
Çavê belek qozeqera
Mal xirakir malamin
Laşê spî kezyê dirêj
Ew melhema şêvê dirêj
Gotinê ji hingiv dibêj
Mal xirakir malamin
Bejna zirav bêhna xweşî
Ew sedema ruwê beşî
Ewna bi nav çeng li Teşî
Mal xirakir malamin
Xweşik şana çi jiyana
Ew canana gezo dana
Ew Mîra tevî jinana
Mal xirakir malamin
Pora honî çavê reşî
Nêrîn ronî ruwê geşî
Ew hevala rojê reşî
Mal xirakir malamin
Ru zelala wek tîrêja
Lewa sor û Hingiv bêja
Ew tim dûre ji qirêja
Mal xirakir malamin
Bejin zirav dil zirava
Ew kovîya nazî gava
Li bala wê çi kulava
Mal xirakir malamin
Evîna wê hebunamin
Ew qotîka jîyanamin
Deşt u zozan xezalim
Mal xirakir malamin
Ez Dur nabim ji xeyala
Ew xeyalên herdu çava
Ez Kuştîyê bejn u bala
Mal xirakir malamin
Ez girtîyê pora zerim
Dinya lipey ew libamin
Ew kulîlka nav dahlamin
Mal xirakir malamin
Helbest, Lekbêj
Kayıt Tarihi : 15.12.2018 20:43:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Zandar Amari](https://www.antoloji.com/i/siir/2018/12/15/mal-xirakir-malamin.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!