01.02.2001 | Diyarbakır - Çınar
Dicle Üniversitesi İlahiyat mezunu bir hakikat yolcusu.
Şiiri, varlığın dildeki evi bilen bir kalem.
Bobelata bagerên dojehî li ser min de hat, gula min
Dilê min bû behreke tije derd û keser
Niha hemû qaqlîbaz li ser behra xemên min zarînê û qajînê dikin
Ev şev, hêvî li cem min xwe vedişêrin
Bibêje dilê min !
Li ser welatê min berfek hûrik hûrik bariya
Çîya û deştên welatê min bû bûkek bêhempa
Erd û ezman niha aram in, berf bariya
Çemê Dîcleyê berê coşîna biharê rawestîya
Lê evîna te zîndî û çoşdar e
Li bahozê herî dijwar de,
xwe bernade ji axê tovên zîl dayî
Ewrên ku li sînga wan de tije jiyan heye,
wê şîn bike vî dilî
Dinya bi hemû giranîya xwe
were ser milên min jî
Bû agir û pêt ji bo daristanan şopên evînê
Gerdûn bêbingeh û bêwate ma li kendala tuneyînê
Li pişta çiyayekî xezalek bû sêwîyê avê
Çûkên awaz xweş, bûn koçberên dilsoziyê.
Jiyanê sînga min dişkîne , bi awayekî zordestî
Dil bi bîr tê demek bêdeng de
Deryayek kûr vedibe di vê gergerînê de
Dil û aqil dimeşîne şerek dijwarî
Dibetile li hemberî aramîyê xemgînî
Ne baran her gav û her saet dibare
Îro li ezmên çivîk bi tirs û fikar difirrin
Ew roj, roja hewldana xeniqandina miletê Kurd û xwezayê bû
Ev ji bo zarokên şîrmij, kulîlkên biharê û balindeyan amadekariya mirinê bû
Kulîlkên nû yên biharê hişk kirin
Zarokên di pêçekan de bi bêhna sêvên jehrînî bûn firişteyên welatê me
Me tovên nû li çiyayên welatê xwe weşandin
Hêlîna li ser zinaran, warê qulingan e
Hevaltî di roja reş de, rûmeta mêran e
Soza ku neyê xwarin, wekî çiyayan e
Rêya rast û dilsozî, ciyê camêran e
Hevaltî mîna kaniyê, ji kûrahiya dil derdikeve
Li ku derê tune be maf û dadwerî
Hêz dibe wekî gur, her der xof û tirsokî
Ziman qedexe dikin, bi şermezarî
Kêfa zordestî ye, ev dûrûvandinî
Masiyê mezin, yê piçûk ji xwe re kir xwarin
Ey Xwedayê min tu gelekî mezin û gewreyî
Ev zimanê min hemberî pesnê te lal ma û hilweşiya
Ji bo pesnê te bidim hezar derya têrî min qet nake
Hezar behr bibe hibir û mirekkeb,
ne besin ji bo pesnê te yê bilind.
Dengê gavên îblîsan olan dide.
Bi kenên xenzîrî, mîna bîhna berateyê, gerdûn di tarîtiyê de xeniqandin; bedewiya hebûnê felç kirin ji bo armancên xwe yên bêrûmet.
Di hûrên wan ên ku qet têr nabin de, xwîna mirovên bêsûc bû kevir.
Wijdanên wan her dem pûç û kût in;
rastî, mirovahî û jiyan xistin bendîtiya şermek qetranî




Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!