Lê keça ronakbîr, keça şoreşger
Roja azadî yê, dilê te de ye
Bi her gûlî yên te, wek cîhanê ye
Li her tiştên ronak, hişê te de ye
Keçê, cewhera te giranpaha ye
Her têlen porê te, gul û rihan e
Şerîyet mirin e, kul e, gemar e
Xwîşkê her biskên te qasî cîhan e
Lê Jîna Emînî , keça Kurdanî
Şerê te, xeleta mafê jinan e
Azadî pir xweşe, wek keda milan
"Jin jiyan azadi" dengê dilan e
Şerîyet faşizm e, jinan re agir e
Evîn azadî ye, İran tarî ye
Li Rojhilata Navîn, her dem şewat e
Lê Jîna Emînî, keça arî ye
Keça bîst du salî, İran kujer e
Agirê dil geş bû, te bû adanî
Şervana pakrewan, roj ket vê sibê
Tu şêrê qehreman, Keça Kurdanî
Her ol û her şerîyet û nedadmende
Gula azadiyê, xwîna te rijya
Ax qurbana te be, İran zalim e
Dûperest bêrehme, dilê te pijya
Mehmet Cobanoglu
23.09.2022
Stenbol
Kayıt Tarihi : 23.9.2022 12:26:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!