Tu kesekî mal xopanî
Lê dînê Xwuda nizanî
Ji peyman re bê mîzanî
Mafên avdîtîye nadî
Him dibejî aqilmendim
Him kesekî serbilindim
B'al oldarî wekî bendim
Mafên avdîtîye nadî
Kêlîyek hur kêlîyek gir
Gelek di kî derew u vir
Bawer bi ke nuksanî pir
Mafên avdîtîye nadî
Tu xwe zaf paqij dibînî
Lê reya rastî nabînî
Tu zindîyek bê ujdanî
Mafên avdîtîye nadî
Dibêy gelek cir halîm im
Wek avên rubara nîl im
Dil şuştiyek pir hanun im
Mafên avdîtîye nadî
Car hur diçî, car dur diçî
Têr na be çav, dil jî birçî
Wek harîyên darên gulçi
Mafên avdîtîye nadî
26/07/24
Derdi DercanKayıt Tarihi : 26.7.2024 14:57:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!