Lo Helbestvanoo!
Lo helbestvano bibore
Va helbestên te min têr nakin
Birçî me ez…
Tu van kûr tînî
Vê carê jî diyarekî din bîne peyvan
Û bide serhev ji min re
Bila vala bike şûşa dil
Xeman jê bavêjê
Û hinkî tije bike bi şadiyê
Lo Helbestvano!
Ji min re zimanekî din kombike peyvan
Wergerîn û ji min vebêje
Ma ji va xemên dilê min re
Tune qet ferhengek?
De bêje lo helbesvano
Ma tu dê naînî?
Bêje ku tu naîni,
Ez herim wî welatî
Lo helbestvano!
De bêje hêla min jî nema
Bi derdên vî dilî û vê axê
Serê xwe rakim
Û berê xwe bidim kîjan warî?
Peyvên te ne kêrî min
ne jî kêrî vî welatê min î xernedî re tê.
Bibore helbestvano
Ne ez ne jî ev ax
Nikare bi te re eybî rê de bimeşe…
Kayıt Tarihi : 30.7.2008 17:55:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!