LÎSTOK
Min gelekî hez dikir ji te Wek apan û xalan tu gelekî şêrîn î
Xweşik û bedew î Zarokatiya min dişibe te
Porê min wek porê te
Xingalokî bû Rabe ji nava wan pêlistokên naylon
Ez dizanim niha çixizî dikim Were ez û tu biçin kavilên ketî
An ji axa kûçikan û tenûran
Ger tu qayîl nebî Em ê bidin hev bi deyn
Kevirên reşbelek
An jî em biçin nav goman henek muşkil Bicivînin
Ez û tu jî şivan
Em bilîzin spiyên me bikevin nav hev Navranen me qetiya ye
Lîka me wê li ser lêva me be De em ne betilî bilîzin Bila toz û gemar be jî
Netirse wê dayika te hêrs nebe
Teşta şîn û ava di gumgum de li benda te ye Hinêk xwe bigre
Kambaxa sabûna ereban gelekî çavan dişewitîne
Tu çixiziyan dikî 56
Rojeke tu mezin bibî
Tu wê gelekî bêriya van rojan biki
Kayıt Tarihi : 5.3.2023 00:01:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!