Lise Şiiri - Rênas Jiyan 2

Rênas Jiyan 2
9

ŞİİR


22

TAKİPÇİ

Lise

ango taştiya emir
ango lîstina bi kêran
heyecana pelandina devançeyan weke hêtên qîzan
şûna jopên girtina xwepeşandanan
sazkirina xeyalên erotîkî li gel keçikan
lîs e
lêvên te, riha min cara ewil kur dike
pizikên min serên xwe bera ber xwe didin ji fedîya te

tu kuxika cixareya min a ewilî yî
tu rondik vexwarina ewil a giriyê min î evînî yî
tu lîse ya emre min î
/(li paş hewşa mektebê heke tu werî bin wan daran
bi soz!
bi dengê xwe yê nuh qalind bûye
ez ê azan bidim navê te
lîse,
mekteba min çavên te) /…

Rênas Jiyan

Ji pirtuka ‘’Mexzena Xwînê’’, Weşenên Belkî, 2003

Rênas Jiyan 2
Kayıt Tarihi : 30.7.2010 22:26:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Rênas Jiyan 2