Li Min Kerbe Te Kesere

Mehmet Çobanoğlu
2555

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Li Min Kerbe Te Kesere

Bi rojane li te girîn min axîne
Rebena min wan hêsiran nebarîne
Li ser min de qet negirî, nelorîne
Lê xezela min xema min şax şaxîne

Zelûla min ji te hawar min fîxane
Weleh bi şevan û rojan bi salane
Xezalê min û li te kerb û kesere
Di nav dilê min de kelem, êş û jane

Rebena min, êş û jan min re her deme
Bi erdê heta ezmanan min re xeme
Derd naçe, kul naçe, şev û tarî naçe
Di dilê min de xemgînî lemeleme

Li helweşînan wargehan û malane
Xemgînîya qulinga hemû bilbilane
Min bager û min serma zivistanê ye
Ser min de helehela wan zalimane

Ax ev çi hale? Li dîsa min orîne
Felek derd û fîxana min naborîne
Rebenê derd û feryad li min re maye
Bi her dem min xîç û xîçik min gonîne

Mehmet Çobanoglu
14.12.2019
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 14.12.2019 03:20:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu