Li Min Belengazî ye Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2548

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Li Min Belengazî ye

Dîsa îro li min xeyal û xeme
Ez bimirim xizanî min re qehre
Lo felek mala te, textê helweşe
Xwarin û vexwarin ji min re jehre

Lo felek tu bindest tu bêmiraz bî
Tu pir harî, te xeyalê min şêland
Tu bêziman tu bêwelat, bêax bî
Te dil, hinav û goştê canê min keland

Lo bêbexto, mêrkujo û qetilkar
Te çima dil, kezeba min şewitand
Te çima war û gundê me wêrankir
Te çima gul çiqilên min qetand

Felek destê xwen li min vekişîne
Ez ji te ne qesr ne jî koşk daxwazim
Bicehme here, dem li min re tarî ye
Ez roj û ronahî ya xwe daxwazim

Li mim koçberî û belengazî ye
Ax bêwarî kerb û kesera mine
Lo felek te xencera xwen li min xist
Ez tim bi hêzim awat hêza mine

Mehmet Çobanoglu
21.02.2021
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 21.2.2021 16:24:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu