Li Me re Tofane Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Li Me re Tofane

Roj neroje zeman jî nezemane
Qîrîn e, qajîn e lo nedermane
Li me re tofane me re heşir e
Di welatê me de mije, dûmane

Îro roj li me re bêoxirî ye
Pişta xwe mede kir her der tarî ye
Bi gul û kulîlkên me hilqetandin
Her gav zeman li me re xetarî ye

Ev derdê me jî bo me pir girane
Dil dihêrîne wek kevrê hêrane
Feleka bêbext û feleka bêxêr
Gund vala bûn hemû mal jî xerane

Gund dan ber gulan li me re fîxane
Kalîna karan kalîna berxane
Ber xw bidin gelê me ber xwe bidin
Di me de birîna mixan, çerxane

Ji bo Kurdan îro nexweş zemane
Nav Pîran’ê, Pasûr’ê de şîwane
Rom’a reş hezaran mal xera kirin
Di navberê Amed’ê de dûmane

12.05.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.5.2016 11:46:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu