Li Ku Dere Jiyan Şiiri - Recep Maraşlı

Recep Maraşlı
11

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Li Ku Dere Jiyan

Li kû derê jîyan li wê derêyî tu
Ger hêvî ger evîn
Yan jî dilovanîya azadî
Li we derêyî tu

Heke evîndarîtî hebe dil azad
Heke koledarîyê dibihîzî heta temarê xwe
Yan jî
Qijîna hewaran heya qiriqa xwe
Wek gûlleyê agiran hember zilm û zordarîyê
Li we derêyî tu

Yan bi dil û can dikenî
Li we derêyî tu
Li ku derê zilm û zordar hebin
Di ser wan de wekê brûskan
Li we derêyî tu

Ez dinêrime
Di nav belekên çavê te
Di nav bê dawîtî û bê sînorî de
Sterka şîn
Stêrk diçirisin
Û ez dixwiyim
Bi mîlyonan mrov û jin û zaroyan re
Di nav heftrengê de
Li kû derê jiyan
Li we derêyî tu

Recep Maraşlı
Kayıt Tarihi : 6.1.2001 15:16:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Recep Maraşlı