li cihê ku ez hatim
jin dihatin tazîkirin
ne bi destên evîndaran
bi destên esker û polêsan
êşkence û êş hebû…
li cihê ku ez hatim
mêr dihatin kuştin
ne bi maç û awiran
bi çek û bombeyan
şer û mirin hebû…
li cihê ku ez hatim
zarok digiriyan
dayik ditirsiyan
gola xwînê bû erd û ezman
zilm û zordarî hebû…
li cihê ku ez hatim
dar dihatin şewitandin
kulîlk dihatin gullekirin
av dihatin herimandin
hawar û qêrîn hebû…
li cihê ku ez hatim
dost û yar
can û canan
mêrxas û egîd hebûn
niha
li ser nexşeyê
noqteyeke veşartî û biçûk e
kesek nizane
bê war û mal
bi êşên xwe ve
birîndar û wenda ye…
Occo MAHABAD
Occo Mahabad 2Kayıt Tarihi : 27.11.2017 03:21:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!