Gula reyhan yeka zaman
Li dil can û li dil canan
Bilind firî wekî teyran
Li dil can û li dil canan
...
Bilbilê li nav zinaran
Kulîlka li çol û çiyan
Ba xweşê li nav niwalan
Li dil can û li dil canan
...
Birîn ya min derman yê te
Tarî ya min roniyên te
Hişkî ya min şînî yên te
Li dil can û li dil canan
...
Li dil dahle li dil reze
Li dil male li dil geze
Bo gehaştin pirî leze
Li dil can û li dil canan
...
Dilê'm Mem'e li dil Zîn'e
Dil evîne li dil jîne
Were carek min bibîne
Li dil can û li dil canan
Kayıt Tarihi : 25.1.2022 16:58:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!