Bilbila min re roj şîne, ne şenge
Bilbila min bilbikeke çelenge
Dîsa dem jê re êş, dem jê re xeme
Bilbila min bo gula xwe zehf benge
Her dem li bilbila min re qarîn e
Rojane li bilbila min qirîn e
Ax! Gula bilbila min çilmîsî ye
Ji bo wî bilbila min dilorîn e
Heyfe! Gula bilbila min qetandin
Bêbextan çiqilê gulê şikandin
Birîna bilbila min pir girane
Kezba bilbila min qelandin
Rojane li bilbila min qarîne
Bilbila min hêsira dibarîne
Ev fîxan û şîvana bilbila min
Bi dil û kezeba min diqelîne
Bilbila min gul ji bo te evîne
Gula te qetandin li te lorîne
Ketim berbextê te perîşan nebe
Bi dil û kezeba min neqelîne
Min berbange, min şeve, min êvare
Bilbila min re şîne li haware
Derdê te derdê mine bilbila min
Alîkî te Munzur alîkî te Gabar'e
Mehmet çobanoglu
17.11.2018
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 17.11.2018 19:14:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!