Ax bi vê roja reş be, agir ser me direşe
Gulên me jî weşîyan dilan de xwîn dikişe
Li me dîsa bager, duman derbaznabe tofane
Roj bo me ne tu roje, her gav qetrane, mije
Dil jî me qet qete bû, canê me nerehete
Welatê me diheje ev ne bext ne pelîse
Li me bu bager, duman, tofan derbaznabe
Neberf û neşilî ye, lîstikên bêbextane
Ax dîsa me bû xezab, risvayin neyarane
Tim diberizin li me, ji qet me venagerin
Ma ev derd, kul nebese? roj’a nebaş tu here
Em rabûn dijrabûne, gelên me wek şêranin
Ax bi vê roja reş be, agir ser me direşe
Bi sedema vê demê Tirk’in, Fars’in, Ereb’in
Devê wan jî kefşîlin wawîk, gurin, keftarin
Berxwedana gelê me dijrabûna Kurda ye
Ax bi vê roja reş be, agir ser me direşe
Tank û topin, gulene, balafirin, saroxin
Em natewin, nakevin roja reş biecîbe
Dilê me ronahîye navde jî Kurdîstan’e
14.10.2011
Yildirim
Kayıt Tarihi : 14.10.2011 16:57:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!