Lêkolîn Em Karker in Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Lêkolîn Em Karker in

Em gundî ne û cotkar
Em xebatkar û karker
Nav barê me de roj e
Em têkoşer û dozvanin

Em kedkar em xebatkar
Em gundî ne û cotkar
Em pisporê doza me
Em şoreşgerê gelan in

Em heşyarbûn û serpê ne
Bîrûbawerîya me jî xweş e
Em şervanê mafê gelan
Em dijberê sermiyanin

Em şêrin, egîd, camêr
Em têkoşer, rewşenbîrin
Xwestina me azadî ye
Em partîzan em civakparêz

Em rêwîyê rêya rastin
Em ê azadîyê daxwazin
Em ê çolan heta bajaran
Em ê pergela xwe geşkin.

Ala me de rengê sor e
Dilê me de biratiya gelan
Em fersendê nadin axa û şêxan
Emê sazkin Sosyalîzmê

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 28.5.2009 15:25:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu